Wezîrê Pêşmerge Û Heyeteke Fenlendî Civiyan
Di civîna han de Wezîrê pêşmerge yê Hikûmeta Kurdistanê diyar kir ku, Kurd hertim hewl bo vê yekê daye daku, doza xwe bi Cîhanê binasîne û ev zilim û stemkariyên ku, li Gelê Kurd hatine kirin ji raya giştî re eşkere bike.
Heyeta mêwan ku, bi armanca beşdarî kirin di merasima bîranîna Helebceyê de serdana Kurdistanê kiribû dilgiraniya xwe a li hember zilim û stemkariyên ku, li Gelê Kurd hatine kirin diyar kir û ragihand ku, bi her awayî hewl didin daku, girîngiyeke baştir bi dosyeya kîmiyabaran û enfalan bidin.
