• Tuesday, 10 February 2026
logo

Peykerê Şêrekî li Duhok`ê hate dîin

Gulan Media March 17, 2013 Nûçe
Peykerê Şêrekî li Duhok`ê hate dîin
Duh (16.Adar.2013) di dema karkirina di kompaniyeke Qum`ê de li nahiya Kelek ya ser bi parêzgeha Duhok`ê peykwerê Şêrekî hat dîtin, ku senga wê nêz Tonekî ye û bilindahiya wê 2 Metr in, û li gor zanyariyan jî dîroka wê vediger dîrok beriya a zayînê.

Welatiyek bi navê Ezîz Goran di dema derxistina peyker de li wê cihî amade bû bo malpera Xendan ragihand ku ew peyker di dema karkirina kompaniyeke Qum`ê de hatiye dîtin.

Her weha ragihand ku, senga wî peykerî nêzî Tonekî ye û bilindahiya wê jî 2 Metr in, piştî ku ew hatine agahdarkirin pişkinîn bo wî peykerî hatiye kirin.

Hevdem Rêveberê Şûnwarê Duhok`ê di daxuyaniyekê de bo rojnamevanan ragihand ku, ew di dema niha de nikarin zanyariyên temam li ser wê şûnwarê bidin lê di demên pêş de ewê zanyariyên temam li ser wê peykerî bidin.

Navbirî got ewê wî peykerî veguhêzin bo mûzxaneya Duhkê û her kesê bixwaze temaşe bike dikare were û bibîne.

Xendan
Top