• Tuesday, 10 February 2026
logo

BDP Erdogan û Gul daweta newroza Amedê kirin

Gulan Media March 17, 2013 Nûçe
BDP Erdogan û Gul daweta newroza Amedê kirin
Partiya Aşîtî û Demokrasiyê BDP, Serokomarê Tirkiyê Abdullah Gul û Serokwezîr Recep Tayyip Erdogan vexwendine pîrozbahiya newroza Amedê a 12ê Adarê.

Piştî jesta PKKê a ku 8 dîlên di destê xwe de bêşert serbest berdan, jestek jî ji BDPê hat. BDPê, Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Serokomar Abdullah Gul, bi dawetiyeke taybet vexwendine newroza Amedê a ku di 21ê Adarê wê were lidarxistin.

BDP, ji bo çalakiya newroza Amedê, nêzika 2 hezar kesên wek dîplomatên navneteweyî, balyoz, parlementer, serokên partî û rêxistinan daweta newroza Amedê kirine.

Di serî lîsteya kesên ku hatine dawetkirin de, wek her carê, Serokê Kurdistana Federel Mesut Barzanî û Serokomarê Iraqê Celal Talabanî hene. Tê gotin ku ji Kurdistana Federel şandeyeke beşdarî newroza Amedê bibe.

Avestakurd
Top