Bi Hezaran Kes li Amedê ji bo Helepçeyê Meşiyan
Meş ji aliyê Platforma Helepçeyê ve hate organîzekirin. Di platformê de nûnerên BDP, KCD, DDKD, Însiyatîfa Azadî ya Kurdistanê, Komeleya Diyalogê ya Dîcle Firatê û OSP’ê jî cih digrin. Meş ji Ofîsê ji ber AZC Plazayê heta Parka Koşuyoluyê berdewam kir. Di meşê de tim dirûşmên “Şehîd namirin”, “Kurdistan dê ji faşîstan re bibe goristan” hatin berzkirin. Hin beşdaran kefen li xwe kir û meşale hatin vêxistin.
Piştî ku girse gihişte Parka Koşuyoluyê Hevseroka BDP’a Amedê Zubeyde Zumrut, bi Kurdî axaftinek kir. Zumrut, diyar kir kû divê Kurd tevkujiyan û dîroka xwe ji bîr nekin û di vê sedsalê de yekitiya xwe ava bikin.
Zumrut, xwest tevkujiyên hatine serê kurdan ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve bên qebûlkirin û hemû êş û azarên Kurdan weke êşa hevpar bê dîtin. Piştî axaftina Zumrut di binê çadira li parkê de tevkujiya Helepçeyê weke sînevîzyon hate nîşandan.
Di dema sînevîzyonê de strana Şivan Perwer a bi navê Helepçe hate guhdarîkirin.
Piştre li ber bîrdariya Mafên Mirovan ji bo bîranîna qurbaniyên Helepçeyê mûm hatin vêxistin.
Hêjayî gotinê Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) jî li ber Plazaya AZC’ê tevkujî bi daxuyaniyek çapemeniyê şermezar kir.
