Serok Barzanî Bernard Kouchner Û Fredrik Tîso Xelat Kir
Piştî civîneke dostane û giftûgo kirina hin babetan Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî bi mebesta qedirzaniya ked û hewldanên her du navhatiyên han yên ku, bo piştgîriya doza Kurd û Gelê Kurd pêşkêş kirine, xelata Barzaniyê Nemir pêşkêşî wan kir.
Di destpêka Şoreşa mezin ya Eylûl û di dema prosesa bednav ya enfalê û herwiha di dema raperîna mezin ya sala 1991an û di dema koça girseyî ya Gelê Kurd de Bernard Kouchnerê dostê Gelê Kurd di warê girtina biryara afirandina navçeya dije firîn de roleke gelek girîng lîstiye.
Serok Barzanî di dema pêşkêş kirina vê xelata han de spasiyên Gelê Kurd jî pêşkêşî wan her du rêzdaran kir.
Li hember de jî her du nav hatî spasiyên xwe pêşkêşî Serok Barzanî kirin û ragihandin ku, şerefeke gelek mezine bo wan ku, xelata Barzanî distînin û dostên Gelê Kurdin.
Hêjayê gotinêye ku, her du nav hatî li ser wexandina Serok Barzanî bo beşdarî kirina kongreya komkujiya Gelê Kurd de hatibûn Hewlêrê.
