• Tuesday, 10 February 2026
logo

Peyama Serokê Herêma Kurdistanê ya ji bo 25 mîn salvegera kîmyabarankirina Helebçe

Gulan Media March 16, 2013 Nûçe
Peyama Serokê Herêma Kurdistanê ya ji bo 25 mîn salvegera kîmyabarankirina Helebçe
Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Li bîst û pêncemîn salvegera kîmyabarankirina Helebçeyê Şehîd da hevsoziya xwe ji bo kesukarê qurbaniyên wê karesata diltezîn radigihînim. Ew karesata ku bûye sedema şehîd û birîndarbûna hezaran welatiyên bê tawanê wê bajarê ezîz.

Helebçe bi qurbanî bû, lê belê girêya bexta Kurd vekir û em hemû qerzdarê Helebçene û her çi bikîn nikarîn li jêr barê wê qurbanîdanê derkevîn. Baştirîn wefadarî ji bo Helebçe eweye bi yekgirtî kar ji bo bi destxistina mafê rewayên gelê xwe bikîn û paşarojeke aram û dûrî ji karesatan ji bo welatê xwe mîsoger bikîn.

Li demek de eve bi erkê pileya yekê Hikûmeta Federala Iraqê dizanim ku qerebuya qurbaniyên wê karesatê bike, pêwîste jî her du Hikûmeta Federalî li Bexda û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo çareserkirina wan qurbaniyên kîmyabaranê ku heta niha jî bi dest azarê wê karesatê ve dinalênin hemû şiyanek bikin.

Li vê bîranîna xemgîn de serê xwe li hember şehîdên Helebçe û hemû şehîdên Kurdistanê de ditewînîn û spasî xweragiriya xelkê qehremenê Helebçe dikim ku li qurbanîdan û canfedayiyê de bûne mînakek ji bo hemû mirovayetiyê.

Mesûd Barzanî

Serokê Herêma Kurdistanê
15.03.2013
Top