• Tuesday, 10 February 2026
logo

Ev Kompaniyên Ku Çek Dane Rejîma Besê Tên Darizandin

Gulan Media March 14, 2013 Nûçe
Ev Kompaniyên Ku Çek Dane Rejîma Besê Tên Darizandin
Di çarçoweya kongreya navnetewî ya komkujiya Gelê Kurd de yaku, evro li Hewlêrê hatibû organîzekirin, grûpa Dadwerên Cîhanî ragihand ku, hewl bo darizandina wan kompaniyan didin ku, çekên kîmiyawî dane Rejîma Sedam Husên.

Di vê derbarê de Peyvdarê grûpa Dadwerên Cîhanî ragihand ku, bi hevkariya Nivîsîngeha Parêzerên navnetewî hewl didin daku, ev kompaniyên ku, çekên kîmiyawî pêşkêşî Rejîma Sedam Husênê kirine li Dadgeha Navnetewî de dabirêzinin.

Çavkaniya han diyar kir ku, ev du sale di vê warî de kar dikin û heta niha jî navên 20 kompaniyên curbicur destnîşan kirine ku , hevkariya Sedam kirine.
Top