Bekir Bozdag: Efû Ji Ocelan Re Tune Ye
Alîkarê Serokwezîrê Tirkiyeyê Bekîr Bozdag, li Enqereyê pirsên rojnamevanan bersivandin. Rojnamevanan ji Bozdag re diyar kirin ku BDP û KCD di vê Newrozê de dirûşma “Ji Ocelan re azadî ji kurdan re statû” bi kar tînin. Li ser vê yekê Bozdag, got ev dirûşm û nêzikahî zirarê dide pêvajoya aştî û çareseriyê û xwest BDP zêde neaxive. Bozdag, destnîşan kir ji Ocelan re efû tune ye û ji kurdan re jî ne pêkan e statû hebe û wiha axivî: “Ev dirûşm û nêzikahî hewldanên pûçkirin û betalkirina vê pêvajoyê ne. Hemû kes welatiyên wekhev ên Komara Tirkiyeyê ne. Ji Ocelan re efû nabe.”
Bozdag, destnîşan kir divê pêşî PKK hêzên xwe bikişîne derveyî sînoran û dev ji çekan berde û wiha berdewam kir: “Hemû tişt piştî çekberdanê dikarin bên axaftin. Wê çaxê em ê bibînin dê çi bên kirin, çi gav bêne avêtin. Niha tiştê esasî gotinên Serokwezîrê me ne. Ew çi bibêje, ew e.”
