• Tuesday, 10 February 2026
logo

DBK Alîkarî li Ehres,Til Eran û Til Hasil belav kir

Gulan Media March 14, 2013 Nûçe
DBK Alîkarî li Ehres,Til Eran û Til Hasil belav kir
Duh Komîteya Hawarçûnê ya ser bi Desteya Bilind ya Kurdî alîkariya ku ji Bakur û Başûrê Kurdistan`ê gihîştiye Rojavayê Kurdistan`ê li ser tevaya pêkhatên deverên Kurdî yên li Tel Eran,Ehres û Til Hasil`ê belav kir bûyî ku ferq û cudahiyek bixe navbera Kurd û Ereban her weha cara heftemîne ku karawana alîkariya Kurdên Bakurê Kurdistanê bi rêya deriyê Nisêbîn`ê digihêje bajarê Qamişlo.

Ji aliyekî din ve, kempîna alîkariyê ku ji aliyê saziyên civakî û partiyên siyasî yên Bakûr`ê Kurdistanê ve ji bo Rojavayê Kurdistanê hatibûn destpêkirin, didomin û di çarçoveya kempînê de îro beşa 7'an a alîkariyê gihîşt bajarê Qamişlo.

Hêjayî gotinê ye ku , alîkariyên ji Şirnex, navçeyên wê Cizîr û Silopî, navçeyên Kerboran, Nisêbîn û Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdînê, navçeya Farqînê ya Amedê û Êlihê (Batman) hatibûn ji Deriyê Sînor ê Nisêbîn`ê re derbasî Qamişlo hatin kirin, ku alîkariyên bi 20 wesayîtan hatibûn, ji aliyê Heyva Sor a Kurd, Komîteya Xizmetan a Desteya Bilind a Kurd û Meclisa Gel a Qamişlo ve hatin wergirtin.

Xendan
Top