• Tuesday, 10 February 2026
logo

Idîa: Artêşa Azad dê êrişî Efrînê bikin

Gulan Media March 13, 2013 Nûçe
Idîa: Artêşa Azad dê êrişî Efrînê bikin
Li gor nûçeyeke malpera Welatî belavkiriye ku li gor agahiyên ku ji jêderên xwe wegirtiye ketîbeyên artêşa Sûrî ya azad û bi hevkarî li gel lîwaya Selahedîn di du rojên pêş de wê bi hejmarekî mezin ji hêzên xwe bikevin bajarê Efrînê.

Fermandarekî ji artêşa azad ku nexwestiye navê xwe ji Welatî re aşkira bike, ragihandiye ku ev biryar ji aliyê ketîbeyên artêşa Sûrî ya azad û lîwaya Selahedîn ve piştî bûyerên gundên (Basûtê û Birc Ebdalo) yê hatiye girtin û ewê êrişî bajarê Efrînê a Rojavayê Kurdistanê bikin.

Wê jêder aşkira kiriye ku ev du rojin hejmarek mezin ji grûpên çekdar ketine navçeya (Rîf Heleb û Dar E`zê) û amadekariyên êrişê têne kirin.

Li ser plana vê êrişê jî fermandarê artêşa azad daye zanîn ku artêşa Sûrî ya azad wê Efrînê dorpêç bikin û êrişî hemû bazgehên Yekîneyên Parastina Gel YPG`ê bikin.

Fermandarê artêşa azad hişyarî daye ku eger hêzên YPG`ê ji navçeyê venekêşin ewê ji 3`ê mihweran ve êrişî Efrîn bikin.

Hêjayî gotinê ye di roja 8/3 li navçeya Efrînê li gundê Basûtê û Birc Ebdalo di navbera YPG`ê û çekdarên Partiya Azadî ya Kurd li Sûriyê şer qewimî û di ncamê de 4 kesan jiyana xwe ji dest da û bi dehan jî birîndar bûn û her weha 2 endamên YPG`ê dîl ketin destê Partioya Azadî û deh dîlên Partiya Azadî di destê YPG`ê de ne û rewş gelekî aloz bûye.


Xendan
Top