• Tuesday, 10 February 2026
logo

Erdhejeka bihêz Duhok hejand

Gulan Media March 12, 2013 Nûçe
Erdhejeka bihêz Duhok hejand
Erdhejekî bi hêz li navenda bajarê Duhokê dide û tirseke mezin kete nava akincîyên wî bajarî.

Birêvebirê keşnasî û erdhejê ya Duhokê Umîd Mehsum Mayî ji Xendanê re ragihand ku: "duh 11/3 di demjimêr 5:57 xulek danê êvarê erdhejekê sînorê parêzgeha Duhokê hejand."

Mehsum Mayî got: "Li gor pîverê rêxterê erdhej bi pileya 4.8 bûye. Lê bi bê ku dema erdhejê diyar bike."

Birêvebirê keşnasî û erdhejê ya Duhokê diyar kir ku erdhej li devera Şêxanê rûdaye û piştre jî çend navçeyên sînorê parêzgeha Duhokê girtiye ber xwe.

Umîd Mehsum Mayî aşkira kir ku heya niha ziyan û zererê erdhejê nehatiye zanîn.

Peyamnêrê Xendanê li bajarê Duhokê jî ragihand ku erdhejê tirs û nîgeraniyek mezin li ba şêniyên wî bajarî dirustkiriye.

Xendan
Top