• Tuesday, 10 February 2026
logo

Demîrtaş rakirine nexweşxanê

Gulan Media March 12, 2013 Nûçe
Demîrtaş rakirine nexweşxanê
Hevserokê BDPê Selahattîn Demîrtaş, ji ber êşa sînga wî li Amedê rakirine mexweşxanê û girtine bin dermankirinê. Navenda Giştî a BDPê li ser vê rûdanê daxuyaniyek belav kir.

Hevserokê BDPê Selahattîn Demîrtaş, li Amedê ji nişke ve nexweş ket û ew rakirine Nexweşxana Memorial û girtine bin dermankirinê. Demîrtaş, ji ber bîhn tengbûn û êşa singê li nexweşxanê tê girtin.

Li ser vê rûdanê, Navenda Giştî a BDPê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku, tenduristiya Demîrtaş bi gelemperî baş e û ji bo kontrol û tetkîkan ew li nexweşxanê tê girtin.

Selahattîn Demîrtaş, heta sibe wê li nexweşxanê di bin kontrolê de were girtin.

Avestakurd
Top