• Tuesday, 10 February 2026
logo

Hejmara Ayinde ya Kovara Koalis a Lubnanî dê Taybet bi Kurdistanê Be

Gulan Media March 12, 2013 Nûçe
Hejmara Ayinde ya Kovara Koalis a Lubnanî dê Taybet bi Kurdistanê Be
Rêvebira kovara Koalîs a Lubnanî got ku, hijmara bê ya kovra Koalîs dê taybet be bi Kurdistanê. Fatîme Feqîye seroka kovara Koalîs a Lubnanî, pêr serdan bajarê Silêmaniyê kir û ji aliyê Behroz Heme Salih waliyê Silêmaniyê ve hat pêşwazî kirin.


Di civîneke dostane de, Fatîme Feqîye got ku, ew dê bi hevkariya senterê ragehandina Silêmnaiyê jimareke kovara xwe bo behiskirina Kurdistanê di warê dîrok, kultur, aborî, siyasî û civakî de terxan bikin.
Berpirsa kovara Koalîs got jî ku, ew dê lêbixebitin hijmara kovara Koalîs a taybet bi herêma Kurdistanê piştî newrozê biweşînin.

Waliyê Silêmaniyê di axavtinekê de ev pêngava berpirsên kovara Koalîs a Lubnanî bilind nirxand û bigiringî behsa rola Lubnanê, weke welatek demokratîk, li deverê kir û got ku, têkeliyên Kurdistan û Lubnanê têkeliyên kevi in û niha jî hijmareke mezin ji kompaniyên Lubnanî li herêma Kurdistanê kar dikin.

Rêvebira kovara Koalîs a Lubnanî got ku, hijmara bê ya kovra Koalîs dê taybet be bi Kurdistanê.

Fatîme Feqîye seroka kovara Koalîs a Lubnanî, duhî, serdan bajarê Silêmaniyê kir û ji aliyê Behroz Heme Salih waliyê Silêmaniyê ve hat pêşwazî kirin.

Di civîneke dostane de, Fatîme Feqîye got ku, ew dê bi hevkariya senterê ragehandina Silêmnaiyê jimareke kovara xwe bo behiskirina Kurdistanê di warê dîrok, kultur, aborî, siyasî û civakî de terxan bikin.
Berpirsa kovara Koalîs got jî ku, ew dê lêbixebitin hijmara kovara Koalîs a taybet bi herêma Kurdistanê piştî newrozê biweşînin.

Waliyê Silêmaniyê di axavtinekê de ev pêngava berpirsên kovara Koalîs a Lubnanî bilind nirxand û bigiringî behsa rola Lubnanê, weke welatek demokratîk, li deverê kir û got ku, têkeliyên Kurdistan û Lubnanê têkeliyên kevi in û niha jî hijmareke mezin ji kompaniyên Lubnanî li herêma Kurdistanê kar dikin
Top