• Tuesday, 10 February 2026
logo

Hozên Sunîyên Iraqê Artêşekê Didamezrînin

Gulan Media March 12, 2013 Nûçe
Hozên Sunîyên Iraqê Artêşekê Didamezrînin
Peyvdarê xwepêşanderên Sunîyên Iraqê ragihand, ku hoz û eşîretên parêzgeha Enbar dixwazin bi mebesta rêgirîkirin ji serkotkirina xwepêşanderên Enbarî ji alîyê hêzên ewledarîyê yên hukûmeta Iraqê ve artêşekê bi nave artêşa ´´Serbilindî û Kermat´´ê pêk bihînin.


Li gor nûçeyeke malpera Babnews ji zarê Seîd Lavî peyvdarê xwepêşanderên parêzgeha Enbarê ve, xwepêşanderên Sunî biryar dane ku artêşekê bo parastina meydanên xwepêşadanan û beşdarbûyên xwepêşandanan bi nave artêşa ´´serbilindî û keramet´´ pêk bihînin ku ev navî jî heman nave ku ji qadên xwepêşandanan dihê bikarbirin.

Seîd Lavî aşkira kir, ku artêşa han dê ji xelkê hoz û eşîretên parêzgarê Enbar pêk bihê û her hozekê jî biryar daye ku 100 kesan bişîne nava rêzên evê artêşê ve.

Xwepêşandan û nerazîbûn li parêzghea Enbar û nawçeyên Sunîyên Iraqê nêzîkî 3 heyvane ku berdewame û xelkê ewan nawçeyan çendîn daxwaz ji hukûmeta federal hene ku ji serekîtirîn daxwazên wan hilweşandina madeya 4 a qanûna teror a Iraqê û azadkirina zîndanîyên wane.
Top