• Tuesday, 10 February 2026
logo

Êran manora leşkerî li ser sînorê Êraq`ê encam dide

Gulan Media March 10, 2013 Nûçe
Êran manora leşkerî li ser sînorê Êraq`ê encam dide
Duh Hêzên Deryayî yên Êran`ê dest bi manoreke leşkerî li Rojavayê parêzgeha Xozistan ya li ser sînorê Êraq`ê kir.

Fermandarê Hêzên Piyade yê Êran`ê Emîd Eeza Bordistan got: Di heyama 3 rojan de yekîneyên Tank û topxaneyan jî dê beşdarî vê manorê bibin.

Her weha diyar kir ku, armanca manorê bilindkirina asta çalakiyên fermandariya hêz û amadebaşiya ji bo şer e.

Ji aliyê xwe ve cîgirê fermandarê Hêzên Piyade Emîr Heyderî ragihand ku, hêzên Piyade dê roja beriya 20 Adar`ê dest bi perwerdeya li ser avêtina Mûşekan li naverasta wî welatî bike, piştre jî dê biryar bidin ku dê 3 cûrên mûşekan bidin hêzên piayde.

Xendan
Top