• Tuesday, 10 February 2026
logo

Wezîrên Kurd ji Bexdayê Vedigerin

Gulan Media March 10, 2013 Nûçe
Wezîrên Kurd ji Bexdayê Vedigerin
Endamê encûmena nûnerên Iraqê derbarê kombûna bi serokê Herêma Kurdistanê re, kû li gel nûnerên Kurd li Bexdayê de agahî dan wekî din got, biryar hat dayîn kû, hukûmet wezîrên Kurd vegerîne Kurdistanê.


Mehmûd Osman endamê encûmena Nûneran li ser lîsteya Kurdistanî bo ajansa Peyamnêr ragihand: Kombûna îro ne tenê li ser budceyê bû, lê belê bi giştî kêşeyên hilpesartî yên li gel Bexdad hatin behs kirin, weke pirsa Pêşmerge, Madeya 140 û wekî din jî pirsa derbaskirina budceyê bê amadebûna Kurdan, ev hemû mijarên kombûnê bûn.

Mehmûd Osman ev jî eşkere kir: Bo gihêştina biryara dawiyê biryar hate dayîn kû wezîrên Kurd ji Bexdayê vegerin da kû li gel Perliyament û Hukûmetê rawêj û goftûgoyên berdewam bikin.
Top