Daxuyaniya civîna Serokê Herêma Kurdistanê li gel nûnerên Fraksiyona Kurdistaniyan li Hikûmeta Federal û Encumena Nûnerên Iraqê
Wergirtina vê biryarê bi awayekî takrewane û pişt bestina bi dengdana li gor hejmarê, binpêkirinekî nehatî tê qebûlkirin dijî wan hemû bingehên pêvajoya siyasî ku li ser hatiye wergertin, heman demî de dijî wan yasayên destûriye ku li ser hatiye dariştin û berevajiya pêkve sazkirin û hemû peymanan û çemka pêkvesazkirina niştimaniye jî.
Pejirandina budçeyê bi xwe ne cewhera binpêkirinê ye ku gelek ast û waran li xwe digrê, belku derbirîna gelek adgar û derkefta dijî bi sîstema demokratî û zeftkirina îradeya niştimaniye ku sazî li navbera wan de hate kirin ji bo derbasbûna li paşmayên sîstema dîktatoriyên yek li dawiya yekane û pêkanîna Iraqekî demokratî federal li ser bingeha hevparî û pêkvesazan û hevsengiya li çarçêweya rêzgirtina destûr.
Dewleta Yasa û Serokê wê zêdeçûneke zêde ji xwe veşartina li wan hemû pabendbûnan kirin ku mîsogeriye ji bo berdewamîdana temamkirina pêvajoya binyatnana damezrandinên dewleta demokratî û paktawkirina wan derketina metirsîdaran pêve diyarbû, bi taybetî jî li serdema wilayeta duyema Hikûmeta Malîkî ku takrewî û xwesepandin û perawêzxistin têda reng daye û zêdeçûn têda dihate dîtin li rûyê wergirtina rênimayî û rêkarên nedestûriyên li hemû waran da, helbet ew jî bi tengkirina asta azadiya demokratiyan û girtineber reftarên tundutîjiyên polîsiyane li beramber nerazîbûn û daxwazên cemawer û bikaranîna artêşê li gengeşeyên siyasiyan û rû bi rûbûna cemawer û daxwazên wan yê ji bo dabînkirina xizmetguzarî û encamdana çaksaziyên aborî, civakî û siyasî. Her bi vê rêyê jî Serokê Dewleta Yasa rê bi berhemanîn û veberhênana qeyranan û bilindkirina asta aloziyê dide, li ser tengavkirina hevbeşên nav pêvajoya siyasî û dataşîna pasawên bê bingeh bi mebesta rêgirtina li her hewlek ji bo hilweşandina her qeyranekî de berdewame. Ev diyarde jî niyazeke veşartî diyar dike ku bi eşkereyî balê dikşîne li ser rewşa welat ku li du rêyek daye û nedûre yekîtiya wê tûşî perçebûnê bike û hewla hêzan li hember hevdû hilweşîne êdî li şiyana wan de destkeftên yekrêziya xwe biparêzin nemîne.
Ev bijarde ku li çendîn helkeftan de bi eşkereyî hatiye pêşkêş kirin, derbirîna wan daxwazên ne bi cîhe ji bo helkutana ser sîstema demokratî û û bingehên wê û bi zorê xwe sepandin û girtina awayeke takrewî ku datepîn û li hember hevdû hilweşînên zêdetir li pişt xwe de bîne.
Hêzê Kurdistaniyan ku herdem fakterê yekxistin û pêkvesazan bûn, li hemû demên ne hemwar de amade bûn rû bi rûyê wan metirsiyan bibin ku êrîş bûn li ser Iraqê, berî du heyvan jî heman tiştê kirin ku nameyek pêşkêşî hevpeymaniya niştimanî û aliyên nav wê hevpeymaniyê kirin, name ji çend dîtin û nêrînên ji bo tendirustbûn û başbûna jiyana siyasî û rê nedana bi helweşînê û bingehên pêvajoya demokratî pêkhatibûn, dîtin û nêrîn jî tenê derbirîn û pêkanîna daxwazên gelên Iraqiyan bûn û li songeya destûr û pêkvesazên niştimanî û peymanên mohrkiriyan hilqulabûn. Lê belê mixabin, girîngiya pêwîst bi wê nameyê nehat dayîn.
Em ji wê dema ku hest bi metirsiya rewşê û lêkeftan û egerên wê yên çaverêkirî dikîn, ku bûne sedema xerabûnê ji bo berdewamîdana bi tevgera takrewiyê li ser bingehên zorîne û kemîne, helbet eve jî bi girtina ber amrazekî li ber bingeha demokratiyan û dijî bi destûr, Iraqê dixe nav rû bi rû bûna eşîrî û tayefgeriyê pêşkêş dike, ji bo wê yekê bi erk û berpirsiyariya xwe ya dîrokî dizanîn rû li hemû wan hêzên nîştimaniyan bikîn ku mijulî parastina sîstem û rêbaza demokratî û rêgirkirina li datepînê ne û bi taybetî jî rû li hêzên nav hevpeymaniya niştimaniyê dikin ku helwestekî raste rast, rûn û eşkereye dijî wê siyasetê nîşan bide ku dixwaze hemû destkeftan li ber bibe û dawiyê bi şeraket û pêkvesazên niştimanî bîne û hilkutê ser pêvajoya siyasî û demokratiya li welat da.
Li vê songeyê ve radigihînîn ku me nûnerên hêzê Kurdistaniyên xwe yên li Hikûmeta Federal û serkirdeyên fraksiyona Kurdistaniyên nav encumena nûneran vexwendiye bo ku guftûgo û şêwirînê di derbarê wergirtina helwestekî guncaw bikîn ku hevtayê daxwazên me bê û heman demî de kar bi vî navî bikîn rê bi tevgera xwesepandin û dakutana siyaseta takrewî û perawêzxistinê nekîn. Her li vê çarçêweyê de şêwirî û raguhertineke berfireh li gel hemû hêz û alî û pêkhatan jî bikîn bo ku helwest û gihîştina wê bijardeya Iraqa demokratî biparêzê û dawiyê bi rewşa takrewî û serkêşiyê bîne.
Me ji wê dema ku bi neçarî vê helwestê li ber girt ku hemû bijardeyên li hember de hatine kirin, wê demê her sedemek dixîne stuyê Dewleta Yasa û Serokê wê (Malikî) û hevkarên wan û li beramber her pêşhat û helwestek wan bi berpirs dizanîn.
Serokayetiya Herêma Kurdistanê
09/03/2013
