• Tuesday, 10 February 2026
logo

Hêzên Cizîre Neçar Man Ji Şengalê Wekêşin

Hêzên Cizîre Neçar Man Ji Şengalê Wekêşin
Piştî xwepîşandanên girseyî yên xelkê Devera Şengal û derdorê a li dijî damezrandin û şandina hêzên Cizîre ji aliyê Hikûmeta Malikî ve bo Devera Şengalê, Duh hêzên han neçar man xwe ji Deverê paşde wekêşin.

Duhê xelk û Şîniyên Devera Şengalê bi awayekî berfire dest bi xwepîşandanek li dijî wan hêzan kiribû û di dema xwepîşandanê de eşkere kiribûn ku, eger ev hêzên han ji Deverê wenekêşin vê demê vê helwesteke tundtir nîşan bidin.

Jiber vê çendê jî Duh komîteya Berpirs ya hêzên han ragihand ku, ewê hêzên xwe yên li Deverê bi giştî wedikêşinin.
Top