Daxuyaniya Hukûmeta Kurdıstanê Li Ser Pesindkirina Budceya Iraqê
Minaqeşekirina reşnivîsa qanûna budceyê demek dirêj kêşa, ji ber ku civata wezîrên hikûmeta İraqa federal budceyek ji parliyamenta Iraqê re şandibû ya pir bû ji pirsgirêk û madeyên nedestûrî. Tevî vê jî, weke mafek wê yê destûrî, rê ji herêma Kurdistanê re nehat dan ku, beşdariyê di amadekirian budceya Iraqê de bike.
Me, weke hikûmeta herêma Kurdistanê ji bona ku, ew pirsgirêk pêşwext bi rêya diyalogê bên çareser kirin, gelek mihawile kirin û ji bona vê armancê me çend heyet bo Bexdayê şandin û digel berprisên Bexdayê civiyan. Şandeya herêma Kurdistanê ya heri dawiyê çûye Bexdayê, li jêr çavdêriya serokê parliyamenta Iraqê, beşdarî di civînek berfireh li ser budceyê kir, lê mixabin, hemû mihawile digel Bexdayê bê encam bûn û budceyeke baş ku di xizmeta tev gelên Iraqê de be nehat amade kirin û ji parliyamenta Iraqê re bê şandin. Tevî vê jî parliyamenta Iraqê qanûna budceyê pesind kir.
Armanc ji danûstandinan ew bû ku, hêzên siyasiyên Kurdistanê budceyek amade bikin ku di xizmeta tev xelkê Iraqê de be û mafên gelê Kurdistanê û pêşkeftinên wê tê de li ber çavan bên girtin.
Mixabin çend made ji qanûna budceyê hatine pesind kirin, ne bi tenê ne di berjewendiya xelkê Kurdistanê de ne, lê belê ew li dijî hevwelatiyên herêma Kurdistanê û bernameya hikûmeta herêma Kurdistanê jî de ne. Ji ber van sedeman em weke hikûmeta herêma Kurdistanê çend madeyên qanûna budceya îsal ya Iraqê red dikin.
Em tekîdê li wê yekê dikin ku, wan piştbestin bi pirensîpên piranî û îhmalkirina pêşniyar, têbînî û mafên xelkê Kurdistanê di budceyê de, bi kiryar pirensîpên tewafiqa niştimanî û hevbeşiya rasteqîne di desthilatê de ku, li gor destûrê İraqa nû li ser hatiye avakirin, seqet kirin.
Di vê qanûna budceyê de xerciyên hikumet, siyadî, pêşmerge, geşepêdana wîlayetan, petrodolar û heqdestê kompaniyên di warê neftê de li herêma Kurdistanê kar dikin bi tu awayî li ber çavan nehatine girtin.
Ev pêngava parliyamenta Iraqê lêdana status û mafên destûrî yên kurd, weke pêkhateyeke sereke, ye.
Di rojên bê de çend civîn di navbera hêzên siyasiyên herêma Kurdistanê, parliyamenta Kurdistanê, parlamenter û berprisên kurd li Bexdayê bên saz kirin û dê helwestê herêma Kurdistanê bi zelalî bê diyar kirin.
Hikûmeta herêma Kurdistanê, tevî diyarkirina nerazîbûna xwe bi dijwarî li dijî wê binpêkirinê, radigehîne jî ku mafê wê ye îltîzamê bi wan medeyên qanûna budceyê yên dijî destûra Iraqê ne neke û dê hemû rêyên qanûnî û destûrî bikarbine daku rê li van şaşiyên dijî berjewendiyên jiyan û jiyara xelkê Kurdistanê û Iraqê bigiştî hatıne kırın, bigire.
Di dawiyê de hikûmeta herêma Kurdistanê sipasiya tev wan firaksiyon û parlamenteran dike yên ku hewildan parliyamenta Iraqê budceyekê pesind neke ku di berjewendiya hemû gelên Iraqê de nebe û amadenebûn deng bo qanûna budceyê bidin. Bi taybetî, destxweşiyê li parlamenterên kurd dike ku, hemû li ser parastina berjewendiyên herêma Kurdistanê yek deng û yek helwest bûn û deng ji bo qanûna budceya îsal a hikûmeta Iraqê neda.
Hikûmeta herêma Kurdistanê
08.03.2013
