• Tuesday, 10 February 2026
logo

Korbenda Aborîya Îtaliya û Kurdistan li Hewlêrê Hate Sazkirin

Korbenda Aborîya Îtaliya û Kurdistan li Hewlêrê Hate Sazkirin
Îro bi amadebûna Fuad Husên serokê dîwana serokatîya Herêma Kurdistanê û Elî Sindî wezîrê pilandanînê û nûnerê serok wezîrê Kurdistanê, Masîmo Marotî balyozê Îtaliya yê li Iraqê û Sîmon De Santê berpirsê nivîsîngeha balyozxaneya Îtaliya li Kurdistanê, korbenda aborîya navbera herêma Kurdistanê û Îtaliya li Hewlêrê hate sazkirin.


Di evê korbendê de Sefîn Dizeyî peyvdarê fermîyê hikûmeta herêma Kurdistanê û Newzad Hadî parêzgarê Hewlêrê û hejmarek berpirsên hikûmetê û sermayedar û xwedankarên Îtaliyayî û Kurdistanî jî aamde bûn.

Di destpêkê de Masîmo Marotî balyozê Îtaliya yê li Iraqê peyvek pêşkêş kir û tê de xoşhalîya xwe li hember serdankirina herêma Kurdistanê û pêşkevtinên herêma Kurdistanê di piranîya biwaran de nîşan da û got:´´ em duh li gel serok Barzanî kom bûyîn û me basa giringîya geşkirina peywendîyên navbera Îtaliya û herêma Kurdistanê kir.´´

Masîmo Marotî herwiha amaje bi giringîya sazkirina evê korbendê li Hewlêrê da û ragihand, ku rewş û barê seqamgîr a herêma Kurdistanê bûye hokarê bercestebûna pêşkevtina berçav di gişt biwaran de û bi taybetî di biwarê avedankirinê û hilbirînê de. Marotî herwiha got:´´ em hest dikeyn ku derfeteke baş bo karkirina kompanya û bazirganên Îtaliyayî li vir heye û em dikarîn bi şêweyeke çalak beşdarî di prosesa avedankirinê de bikin.´´ Di dawîya peyva xwe jî de, Marotî hêvîya serkevtinê bo korbenda aborîya herêma Kurdistan û Îtaliyayê xwast.

Paşê Dr. Elî Sindî wezîrê pilandanînê û nûnerê serok wezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî peyvek pêşkêş kir û tê de bi germî bi xêr hatina balyozê Îtaliya û berpirs û bazirganên Îtaliyayî û nûnerê kompanyayên Îtaliyayî kir.
Elî Sindî herwiha di peyva xwe de amaje bi pilan û acendaya hikûmeta herêma Kurdistanê di biwarê geşepêdana aborî û bazirganî û derfeta karkirin di biwarên cuda cuda de û bi taybetî jî di kerta hilbirînê û beşdarîya kompanyayên bîyanî bo hilbirînê de kir.

Sindî ragihand, ku hhikûmeta herêma Kurdistanê dergeh vala kirine bo bernameyeke rêkûpêk û pêşwazî li bazirgan û kompanyayê Îtaliyayî dike. Sindî got, ku kompanyayên Îtaliyayî dikarin bi şêweyeke baş beşdarî di prosesa avedankirinê û kerta hilbirînê de bikin.

Piştî hingê rêkevtinek di navbera Banka Navdewletîya Kurdistan û dezgeha Sac a Îtaliyayî ya taybet bi biwarê geşepêdana aborî û bazirganî hate îmzakirin.
Top