Muaz Xetîb: Ez dê Navbeynkarîya Tirkiyê û PYD Bikim
Muaz Xetîb got: “Divê Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD`ê biryara xwe bide û rêza xwe diyar bike, niha hin ji PYD`ê li dijî rêjîmê ne lê hîna hin ji wan li gel rêjîmê de mane.”
Serokê Hevgirtina opozisyonê bal kişand ser hevdîtina xwe bi serokê PYD`ê Salih Muslim ya li Qahîrayê û got: “Salih Muslim got ez amademe bi Tirkiyê re diyalogê bikim. Min jê re got ez amademe bibim pird. Ez bi Tirkiyê axivîm wan jî got eger PYD`ê dirust (Samîmî) be, çê dibe.”
Xetîb berdewam kir û got: “Ji bo ku PYD`ê biryara rast bide pêwîste em bibin alîkar. Lê belê em li dijî parçebûna Sûriyê ne eve xeta sore li ba me.”
Muaz Xetîb teqez kir ku, ji bilî mesela parçebûnê, sîstemeke çawa be emê di yekemîn civaka encûmenê de gotûbêj bikin. Li hin welatan rêvberiyên herêmî bihêztirin li hin welatên din jî cudaye.
Li barê hevrikiyên li Sûriyê û kêşeya navbera Sunî û Elewiyan de Xetîb got: “Sûriye ne Efxanîstane … wê çê nebe.”
Xetîb rexne li mîdyeya Tirkiyê jî kir û got: “Tikaye li Rihên me temaşe nekin li xwîna ku li Sûriyê dirêje temaşe bikin, xwîna zarokan tê rijandin.”
