• Tuesday, 10 February 2026
logo

NY:Milyonek Sûrî koçber bûne

NY:Milyonek Sûrî koçber bûne
Neteweyên Yekbûyî di daxuyaniya ku li Cenevre ragihand ku, ji ber tundiya rejîma Esed, hejmara welatiyên Sûrî yên ku welatê xwe bi cî hêlane gîhiştiye milyonek kes.

Di heman daxuyaniyê de hatiye aşkere kirin ku,bi mîlyonan welatiyên Sûrî li nava axa welatê xwe jî koçber bûne û di rewşeke xerap de debara jiyana xwe dikin.

Hêjayî gotinê ye ku, penaberên Sûrî yên ku ji ber şer û pevçûnan welatê xwe bi cî hêlane piraniya wan berên xwe dane welatên Lubnan, Urdun, Turkiye, Êraq û Misrê û çendîn welatên Efrîqa û Ewrûpayê.

Xendan
Top