• Tuesday, 10 February 2026
logo

Wezareta Pêşmerge bi Fermî Hoşdarî Da Wezareta Bergirîya Iraqê

Wezareta Pêşmerge bi Fermî Hoşdarî Da Wezareta Bergirîya Iraqê
Wezareta pêşmergeya hikûmeta Herêma Kurdistanê li hember damezrandina baregeheke nû bo fermandeyîya operasyênên Cezîrê û Badiye li navçeya Şengalê ji aliyê wezareta berevaniya Iraqê ve bi fermî wezareta bergirîya Iraqê agahdar dike û radigihîne ku Kurdistan fermandeyîya Cezîre û Badiye nas nake û red dike.


Di ragihandinekê de, Sekreterê giştiyê wezareta pêşmergeya herêmê û berdevkê fermandeya hêzên parastina Herêma Kurdistanê Ferîq Cebar Yawer got: "Li gor rêkeftina sala 2010`an di navbera wezareta pêşmerge a herêmê û wezareta berevaniya Iraqê, nabê li navçeyên Kurdistanî yên derveyî herêmê bi bê rizamendiya lijneyên wezaretê ya bilind û bi bê agahdarkirina pêştir û pêwîstiya navçeyê tu hêzek li navçeyên Kurdistanê yên derveyî rêveberiya herêmê bi cî bibe.'

Yawer got: "Roja 5/3/2013 wezareta berevaniya hikûmeta federal a Iraqê bi bê tu agahdarî û bi mebesta damezrandina baregehekî nû bo fermandeya operasyon ya bi navê (Fermandeya operasyona Cezîrê û Badiyê) hatine navçeya Şengalê."

Cebar Yawer amaje bi wê yekê dike ku ew karê hatiye kirin ne guncawe û ne li gor rênemayên karê hevbeşe ji bo vê jî ew wî karî red dikin.

Di beyannameyê de Cebar Yawer diyar kir ku, paş rûdana Dozxormatuyê li 16/11/2012`an de û alozbûna mercên giştî li navçeyên Kurdistanî yên li derveyî rêveberiya Herêma Kurdistanê lijneya karê bilind a pênc qolî hate girêdan bi armanca çareserkirina kêşeyan û gihîştin bi planekî guncaw bo karê hevbeş di navbera hêzên pêşmerge û wezareta pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û artêşê û wezareta bervanî ya hikûmeta federal a Iraqê de.
Top