Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Balyozê nû yê Îtalya li Iraq kir
Li destpêka hevdîtinê de, Serok Barzanî ji bilî pîrozbahî kirina li Balyozê nû yê Îtalya ya bi wergirtina wê postê, hêviya serkeftinê ji bo wî xwest, bi taybetî ji bo peyrewkirina pêwendiyên stratejiyên di navbera Herêm û Îtalya li warên siyasî û aborî û kulturî de.
Balyozê nû yê Îtalya ji bo vê hevdîtinê spasiya Serok Barzanî kir û ragihand ku pêwendiya navbera Îtalya û Herêma Kurdistanê li qonaxekî nayab da ye û zêdetir hewlên berev pêşbirinê tê dayîn. Her wiha tekez li ser ewe kir ku Îtalya pabendbûnekî siyasî û aborî beramber Herêma Kurdistanê heye. Eve jî rûn kir ku Îtalya hevbeşekî girîngê Herêma Kurdistane bi taybetî li warên şûnewar û tendirustî û xwendina bilind û yarmetîdana koçberan.
Li beramber da, Serok Barzanî balkişand li ser wê yekê ku gelê Kurdistanê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi germî pêşwaziyê li geşkirina pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Îtalya de dikin.
Li beşekî dinê hevdîtinê de her du alî di derbarê pêvajoya siyasiya Iraqê û navçeyê de danustandina bîr û ramanan kirin.
