Tirkiye nasnameya Kurd û Albanan dipejirîne
Li gorî ajansên Tirkî ku didin nîşan kirin ku wê Bihara Tirkiye bi tema Kurdî û Albanan be û bi taybet Newroza îsal wê nûçeyên girîng û dilxweş bi xwe re bîne. Her weha ew gotûbêjên digel rêberê PKK`ê Ebdulah Ocalan tên kirin, gelek bi bandorin û wê encamên erênî jî derxe meydanê.
Her weha serokwezîr Receb Tayîb Erdoxan jî nameyek bihêz da parlementerê Albanî yê di parlemanê Tirkiyê de, aşkire kir ku Tirkiye wê vekirineke demokrasiyê bixwe re bîne û wê hemû pêkhatan bipejirînin û ew nameya gelek bihêz bû ji vekirina demokrasiya Tirkiye re.
Ew ajans didin aşkire kirin ku Ocalan ji serkirdeyetiya Qendîlê zêdetir nêzî proseya aştiyê ye û di diyalogan de
xwezyarê biserxistina qonaxa niha ya hestyar e.
Di dawiyê de, rojnameyên Tirkî didin xwuyakirin ku weku çawa Kurd bi çareseriyeke normal an jî nçnçe razî nabin, gelê Tirk jî dest ji dewleta xwe ya bi hevîra Ataturk hatiye şêlandin bernadin ku Ataturk dewleteke neteweyî ji Tirkan re avakiriye. Ajans didiomînin û dibêjin raste Ataturk di sala 1938an de koça dawî kiriye lê bîrdoza wî di nava artêş û partiyên rastgo de meye û liberxwedidin û li hemberî wê jî, hatine AKP`ê di sala 2002`an de bo desthiladariya Tirkiye, rê li ber gelên din jç vekir taku Tirkiye bibe dewleta hemû pêkhatên ku di wî erdî de dijîn û mîna hev yeksan bin.
PUKmedia
