• Tuesday, 10 February 2026
logo

Lezgîn...2 xwîşk yên Kurd li Reqayê hatin revandin

Lezgîn...2 xwîşk yên Kurd li Reqayê hatin revandin
Îro serê sibê berbangî li bajarê Reqayê ku hevsînorê Rojavayê Kurdistanê ye, li taxa El-Beduyê ku piraniya akinciyên wê taxê Kurdên Kobaniyê ne, 2 keçkên Kurd ku xwîşkên hevdu ne, ji aliyê komeke nenas ve hatin revandin.

Her weha navê herdu keçikan, Neceh Yunis Remezan û Semîra Yunis Remezan, tomarkirina nifûsa wan li ser bajarê Kobaniyê ye û hejmara qeydê, Qebaciq 13 ye.

Malbata herdu keçikan bang li hemû alî û kesên bi wîjdan dikin ku her kes ji xwe ve lêgerîn û lêkolînê li ser rewş û çarenivçsa herdu keçkên Kurd bikin taku agahî li ser cihê wan bê bi destxistin.

Hêjayî gotinê ye ku bûyerên revandina ciwanên Kurd keç û kur li bajarên Erebî û yên Rojavayê Kurdistanê gelek zêde dibin û metirsiyê li ser aramiya jiyan ciwanan çêdike.

PUKmedia
Top