Sûriyê: Bajarê Reqayê kete destê çekdarên opozisyonê
Jêderên taybet ji malpera Skynewsê re ragihandine ku, îro çekdarên opozisyona Sûriyê karîne bajarê Reqa bi temamî bixin jêr kontrola xwe û her weha navendên ewlekariyê yên ser bi rêjîma Sûriyê û avahiya parêzgar li bajêr radestî ketîbeyên çekdar hatine kirin.
Li gor rawengeha Sûrî ya mafê mirova ku navenda wê li Birîtanyayê ye ragihandiye ku hêzên rêjîma Beşar Esed êrişê dibe ser bajarê Humisê daku carek din bixe destê xwe û her weha di encama şerê îro de heya niha 42 kes hatine kuştin.
Ji aliyekî din ve îro wezîrê derve yê Amerîka John Kerry di hevdîtina xwe li ger wezîrê derve yê Siûdiyê ragihand ku, Amerîka bi berdewam destekê dide opozisyona Sûriyê û hewl dide ku bi aştiyane kêşeyê çareser bike û teqez kiriye ku Waşinton bi wê mabestê fişarê dixe ser Serokê Beşar Esed.
Wezîrê derve yê Amerîkayê da zanîn ku welatê wî li dijî çekdarkirina opozisyona Sûriyê û ragihand ku gerantî tune ne ku ew çek neghê destên şaş.
Her di derbarê rewşa Sûriyê de jî weltên kendavê di civîna xwe ya ku duh lidaxistibûn de daxwaz ji aliyên opozisyonê kiribûn ku piştgîriyê bidin destpêşxeriya Muaz Xetîb bo guhastina desthilata Sûriyê û destpêkirina diyalogê di navbera opozisyon û hin nûnerên rêjîma Beşar Esed de.
Xendan
