• Tuesday, 10 February 2026
logo

Bi Serokatiya Serok Barzanî PDK Û YNK Civiyan

Bi Serokatiya Serok Barzanî PDK Û YNK Civiyan
Duh her du mekteb siyasiyên partiya demorkata Kurdistanê û Yekîtiya nîştimaniya Kurdistanê bi Serokatiya birêz Serok Mesûd Barzanî civiyan.

Di civîna evro ya her du mekteb siyasiyan de 5 mêjarên sereke hatin nîqaşkirin.

Yekemîn mijar girêdayî bû bi serdana Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî ya ji bo Rûsiyayê û ev serdana han û hevdîtin û civînên Serok Barzanî yên bi Serok û Rayedarên din yên Rûsiyayê re bi girîng û erênî hatin wesif kirin.
Mijaran dudiyan di derbarê peyvendî û kêşeyên heyî yên di navbera Hewlêr û Bexdayê de bû, di vê warî de û hate gotin ku, Hikûmeta Bexdayê bi ti awayî destûra bingehîn cîhbicîh nake û heta niha bo çareser kirina kêşeyên heyî jî ti hewldaneke cidî nedaye û naxwaze kêşeyên heyî çareser bike, bo nimûne cîhbicîh kirina madeya 140 ya destûra bingehîn a Îraqê jî xaleke liber çavan ku, Himkûmeta Îraqê naxwaze cîhbicîh bike û her car bi hencetekî ev prosesa han paşde dixe.

Mijara sêsiyan jî di derbarê serdana Serokwezîrê Hikûmeta Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî û heyeta pêr ya ji bo Bexdayê bû,di civîna han de bi awayekî berfire behsa vê serdana han hate kirin û ev serdana han bi pêngaveke girîng û erênî bo çareser kirina kêşeyên heyî hate bilêvkirin.

Mijaran 4an jî di derbarê meseleya hilbijartinên Deverên Kurdistanî yên ji derveya îdareya Hikûmeta Kurdistanê bû û di vê derbarê de jî civîn tekez li ser vê yekê kir ku, dibe tevahiya aliyên Kurdî di wan Deveran de bi awayekî yekgirtî beşdariya hilbijartinan bikin û dibe em jî bi her awayî piştgîriya her cure pêngaveke baş a di vê warî de bikin.

Mijaran 5an jî di derbarê hilbijartinên Kurdistanê de bû û hate gotin ku, dibe hilbijartinên han di dema xwe de werin sazkirin û dibe giftûgoyeke gelek berfire li ser wan çawetiya saz kirina wan were kirin û ji ezmûna psporan fêde were girtin.
Top