Pêşmerge ji Kerkûk venekêşyane
Berdevkê fermî yê bi nave fermandariya hêzên pêşmerge ferîq Cebar Yawer bi daxuyaniyekê li gel rojnameya Şerq Ewsetê ku îro duşemê 4/3 hatiye belav kirin ragihandiye ku hîna dema hevdîtinên nû di navbera herdu aliyan de diyar nebûye û got: fermandarên leşkerî yên Êraqê niha bi pêşketinên rewşa ewlehî û xwepêşanderan mijûlin û piraniya wan li derveyî Bexdada paytextin û li ser erkên xwe ne ji ber vê yekê zehmeta niha civîn encam bide. Em niha li hêviya arambûna rwewşê ne û piştre em li ser dema hevdîtinê lihev bikin.
Ji aliyekî din ve Yawer red kir ku hêzên pêşmerge ji navçeyên Kurdistanî yê li derveyî herêmê li nêzîkî Kerkûkê vekişyabin û got. Hêzên pêşmerge ji wan navçeyan venekişyane tenê me hêzên xwe veguherîne û tu peywendiya xwe bi pêşketinên siyasî ve tune ye.
PUKmedia
