Tilkoçer: 11 kesan jiyana xwe ji dest dan
Lê ji aliyê xwe ve, peyvdarejkî Êraqî ragihand ku hinek ji serbazên Sûrî ketine axa Êraqê û birînên xwe derman dikin.
Her weha 5 çekdarên opozisyona Sûrî ku birîndar bûne ji bo nexweşxaneya Girkêlegê hatine şandin taku bêne dermankirin û ew bajar li jêr çavdêriya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) de ne. Di encamê de, careke din rêjîma Sûriye derweze xiste destê xwe û Cebhet Nesre têkşkan û paşva vegeriyan.
Her weha di wê barê de, Parêzgarê Neynewa ragihand ku balafirên rêjîma Sûrî di derfeta ezmanî ya axa Êraqê êriş kir û derwazaya Tilkoçerê bombebaran kir.
Her weha jêderek polîsê bajaroka Rebî`eyê a hevsînora Tilkoçerê ji PUKmedia`yê re ragihand ku ji ber derxistina komên çekdar yên Cebhet Nesre yên ser bi artêşa azad ji defriyê sînorê, aqrtêşa Êraqê jî alîkariya serbazî digel rêjîma Sûrî kir û di encamê de, 3 leçkerên Sûrî û yek jî Êraqî jiyana xwe ji dest dane.
Di encama şerê îro li parêzgeha Reqayê de, 100 serbazên rêjîmê hatine kuştin û 16 çekdarên opozisyonê jî jiyana xwe ji dest dane .
PUKmedia
