• Tuesday, 10 February 2026
logo

Erdogan Helwesta CHP û MHP’ê li Hemberî Çareseriyê Rexne Kir

Erdogan Helwesta CHP û MHP’ê li Hemberî Çareseriyê Rexne Kir
Serok wezîrê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan, helwesta CHP û MHP’ê ya li hemberî hevdîtinên Îmraliyê û pêvajoya çareseriyê bi tundî rexne kir û got: “Hûn çi dixwazin? Hûn li pey çi ne? Tu pêşniyareke we ya çareseriyê tune ye û hûn vê pêvajoya çareseriyê dixwazin pûç bikin.”


Serok wezîrê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan, îro li bajarê Balikesîra Tirkiyeyê bi rêveber û nûnerên saziyên sivîl re civînek li dar xist. Erdogan, di civînê de hevdîtina bi Rêberê PKK’ê Ebdullah Ocalan re û pêvajya çareseriyê nirxand. Erdogan, bal kişand CHP û MHP li dijî vê pêvajoyê derdikevin û wiha got: “Em kengê dest bi çareseriyek dikin, dîwarek derdixin pêşiya me. Di nava 10 salan de me çiqas ji bo çareserkirina terorê gavek avêtiye, li pêşiya me asteng bûne. Em kengê ketine nava hewldanê li pêşiya me xendek ava kirine. Bi provokasyon, sorkirin û sabotajan derketine pêşiya me. Lê yek ji van jî em bêzar nekirin. Ne dîwarên li pêşiya me, ne xendek, ne operasyon û ne jî sabotaj em ji riya me nekirin. Înşela em ê vê pirsgirêkê çareser bikin.”

‘Bila partiyên muxalefetê piştgiriya çareseriyê bikin’

Serok wezîrê Tirkiyeyê Erdogan xwest CHP û MHP di şûna astengikirina pêvajoyê de piştgiriya çareseriyê bikin û wiha berdewam kir: “Li ser şehadetan, li ser dayikan siyaset nayê kirin. Lê muxalefet dibêje ‘na’. Em dibêjin werin em bi hev re vî karî bikin, dibêjin ‘na’ em nayên. Em dibêjin piştgirî bidin, pêşniyaran bikin, dîsa dibêjin nexêr. Em dibêjin wê çaxê li cihê xwe rûnên destê xwe nexin nava vî karî, lê dîsa jî qebûl nakin. Tenê tiştekî dizanin; ew jî heqaret e, çêr e.”
Erdogan, ji ber nameyên ku ketine destê rojnamevanan jî BDP’ê rexne kir.
Top