Fu`ad Huseyn: Ti Peyameka Fermî Di Bareya Serdana Malikî De Negihijtîya Me
Serokê dîwana serokatîya herêma Kurdistanê Fu`ad Huseyn ji rojnameya ŞerqulEwset re ragihand, ku Nûrî Malikî serokê wezîrên Iraqê ye û tiştekî asayîye ku serdana Hewlêrê bike, ji ber ku Hewlêr bajêrekî Iraqîye û paytexta herêma Kurdistanê ye.
Fu`ad Huseyn weha jî da zanîn, ku ti peyameka fermî di bareya evê serdanê de negihijtîye wan.
Hêjayê gotinê ye, ku duh Ednan Serac ku yek ji serkirdeyên Dewleta Qanûnê ye ji dezgehên ragihadninê re ragihandibû, ku hevpeymanîya Niştimanî razîbûna xwe daye nîşandan ku Nûrî Malikî di çend rojên bihên de serdana herêma Kurdistanê bike.
