• Tuesday, 10 February 2026
logo

Li Hewlêrê 25 Saliya Enfal Û Kîmiyabaranê Hate Bîr Anîn

Li Hewlêrê 25 Saliya Enfal Û Kîmiyabaranê Hate Bîr Anîn
Evro li Hewlêrê bi çendîn merasim û çalakiyên curbicur 25 saliya her du terajediyên Kîmiyabaran û Enfal kirina xelkê Kurdistanê ji aliyê Rejîma despot û faşîst ya Baesê ve hate bîranîn.

Di vê çarçoweyê de li Debistana Serweran ya navnetewî bi amadebûna kesûkarên Şehîd û Enfalan merasimeke berfire hate sazkirin û di vê merasima han de hevdem ligel rêz girtin ji Şehîd û Enfalan çendîn peyv û gotar jî di derbarê karesat û terajediyên han de jî hatin pêşkêşkirin.
Top