• Tuesday, 10 February 2026
logo

“Şêr nabine çeqel“

“Şêr nabine çeqel“
Parlementerê Amedê yê BDP Altan Tan, bersiv da îdiaya di derheqê wî de ku dihat gotin, "girteyên hevdîtina li Îmraliyê wî eşkere kirine." Tan got, "Şêr nabine koremişk. Şêr ku dixwaze tiştekî bibêje rasterast dibêje."

Ji Altan Tan, parlementerê Amêde yê BDPê berviveke tund hat. Tan, îdiayên di derheqê wî de derewandin. Dihat îdiakirin ku, naveroka hevdîtina li Îmraliyê a di navbera şandeya BDP û Rêberê PKK Abdullah Ocalan de, ji rojnamevanê Milliyetê Namik Durukan re wî eşkere kiriye.

Li ser van îdiayan, Hevserokê BDPê Selahattîn Demîrtaş, ji Altan Tan xwestiye ku di vê warê de daxuyaniyekê bide û bûyerê zelal bike.

Parlementer Altan Tan, ji Kurdistana Başûr ev daxuyaniya daye: " Şêr nabine koremişk (kostebek). Ji çeqela (wawik) re slav. Şêr gotina xwe rasterast dibêje. Ku dike tiştekî bistîne û bike, pençeya xwe lêdixe û distîne. Bila çeqel hişê xwe bigrine serê xwe."

Şandeya ku ji Hevserokên BDP û KCDê pêk tê, li Sileymaniyê derbasî Hewlêrê bûye. Li Hewlêrê Hevserokê BDP Selahattîn Demîrtaş dike daxuyaniyê bide rayegiştî.

Avestakurd
Top