Wî jî Kurdbûna xwe veşartiye
03 Adar 2013 Yekşem 06:17
Derkete holê ku Wezîrê Aboriyê yê Tirkiyê Zafer Çaglayan jî Kurd e. Çaglayan, bi salan Kurdbûna xwe veşartiye û bi ti kesan re negotiye ku "ez Kurd im."
Dibêje "ez mirovekî ku bi salan e min nikaribû bibêjim ez Kurd im."
Wezîr Çaglayan, li bajarê Erebistana Siûdî li Cideyê pirsên rojnamevanan bersivandine. Îfade kiriye ku, ger Tirkiye aşîtiya xwe pêk bîne, ji aliyê aboriyê ve wê mezintir bibe û ji mixalefetê jî xwestiye ku destekê bidine pêvajoya nû.
Di heman daxuyaniya xwe de dibêje, "ez wek ulkucuyekî (kesên ku nijadperestiya Tirkbûnê dikin) berê dibêjim, pêwiste em li pêş nijadperestiya kiloxperest (kafatasçi) bibine asteng."
Avestakurd
