Nêçîrvan Barzanî: jenosîdnasandina gelê Kurd ji aliyê perlemênta UK bûyerek giringe
Bi daxuyaniyekê, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, libarê bi jenosîd nasandina ew tawanên ku li hemberî gelê Kurd ji aliyê parlemana Birîtanyayê ku li roja pêncşemê 28/2/2013`an hatine kirin, radighîne ku ew gelekî kêfxweşbûne, ne tenê ji ber ku ew goftûgo hate encam dan belku ji ber ku parlemana Birîtanyayê bi fermî jenosîda li hemberî gelê kurd da nasandin.
Serokê Hikûmeta Herêmê da zanîn ku biryara parlemana Birîtanyayê rûdaneke giringe di xebata mede, her weha xebatekî giringe bo rizgarbûyên enfal û çekên kîmyawî û her weha jibo zarokên şehîdan.
Her weha Nêçîrvan Barzanî spasiya her kesê ku hewlda ku ew goftûgo bê ancam dan kir û bi taybet ku bihezaran Kurd li Birîtanya û Birîtaniyên dostên Kurdistanê ku îmza li ser daxwaiya nasandina jenosîdnasandinê kirin.
Her weha Serokê Hikûmetê spasiya endamên parlemana Birîtanya bi taybetî jî grûpa hemû partiyên dostên gelê Kurd ku kar jib o encamdana vê goftûgoiyê kirin, her weha nûnerên Hikûmeta Herêma kurdistanê li Birîtanya ku ew destpêşxerî kirin û berdewambûn ta serkeftin bi dest xwe xistin.
Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku nasandina jenosîda kurd ji aliyê parlemana Birîtanyayê piştî nasandina parlemana Nerwêjê û siwêdê hatiye, her weha spasiya hemû aliyekî kir û hêviya xwe anî ziman ku dostên Kurda û dostên mafê mirov û azadiyê li welatên din jî jenosîda gelê kurd nas bikin.
Serokê Hikûmeta herêma Kurdistanê cext kir ku li kuderê rû bide dive hemû kes bihevre li dijî sitemê bisekinin.
KRG
