• Tuesday, 10 February 2026
logo

Amed: Mela Mistefa Barzanî Hat Bîranîn

Amed: Mela Mistefa Barzanî Hat Bîranîn
Komeleya Diyalogê ya Dîcle Firatê li Amedê ji bo Mela Mistefa Barzanî bernameyeke bibîranînê li dar xist. Di bîranînê de taybetiyên Barzanî hatin vegotin.

Bername îr li komeleyê hate lidarxistin. Siyasetmedarên kurd ên weke Îbrahîm Guçlu, mela û rûsipiyên kurd jî tevli bîranînê bûn. Serokê komeleyê Mihyedîn Batmanli, diyar kir ku ew ê di demên pêş de bîranînên Barzanî li cih û qadên berfireh û mezin çêbikin û got Barzanî qehremanê sedsala 20’an e.


Siyasetmedar û nivîskar Tahsîn Sever jî bal kişand Barzanî bi dîplomasiya xwe, têkoşîna xwe û aliyê xwe yê laîk ji kurdan re bûye pêşengekî mezin û divê hemû kurd ji vî taybetmendiyên wî ders werbigrin. Sever got Barzanî ji bo herçar perçeyên Kurdistanê têkoşiyaye û di oxira kurd û Kurdistanê de bedêleke mezin daye.


Gazî Taş jî behsa taybetiyên Barzanî kir û xwest ev taybetiyên wî di panel, semîner û konferansên cur bi cur de bên nasandin.
Top