• Tuesday, 10 February 2026
logo

Xwepîşandanên Xelkê Îraqê Yên Li Dijî Malikî Berdewamin

Xwepîşandanên Xelkê Îraqê Yên Li Dijî Malikî Berdewamin
Di berdewamiya xwepîşandanên heyî yên li dijî Serokwezîr û Hikûmeta Îraqê de Duh jî xelkê Îraqê bi taybetî Suneyên Îraqê piştî nivêja Înê da ketin kolanan û li dijî Serokwezîrê Îraqê dest bi xwepîşandanan kirin.

Di Xwepîşandan de ku, Parêzgehên Besre, Enbar Samera, Selahedîn, Mûsil û Kerkûk dabûn berxwe de, Xwepîşander daxwaza vê yekê kirin ku, Serokwezîrê Hikûmeta Îraqê Nûrî Malikî dev ji karê xwe berde û Hikûmeta Îraqê jî bilez daxwazên wan cîhbicîh bike.

Xwepîşander gefa vê yekê jî xwarin ku, eger daxwazên wan bilez neyên cîhbicîhkirin vê demê helwesteke tund raber bikin.
Top