• Tuesday, 10 February 2026
logo

Her Çar Parçeyên Kurdistanê Li Barzanê Kom Bûn

Her Çar Parçeyên Kurdistanê Li Barzanê Kom Bûn
Duh bi minasebeta 34 saliya koçbar bûna Rêbarê Netewî yê Gelê Kurd Xwedê jê razî Mele Mistefa Barzaniyê Nemir, Kurdên her çar parçeyên Kurdistanê li Devera Barzanê kom bûn û rêz û xweştewîstiya xwe bo Rêbarê xwe diyar kirin.

Hevdem ji bilî Kurdên her çar parçeyên Kurdistanê, Nuner, Konsulus û çendîn Rayedarên welatên biyanî jî evro serdana Mezara Nemiran ya li Devera Barzanê kirin û serê xwe a li hember Gora Nemiran tewand.

Hêjayê gotinêye ku, beriya 34 salan di rojekî weke evro de Barzaniyê Nemir di nava nexweşxaneyeke Amerîkayê de koçbar bû.
Top