Berpirsê ragihandina Kempa Domîz ya penaberên Kurdên Rojava Salim Seîd ragihand, hejmara penaberên kempê bilind bûye bo 74 hezar û 616 kes, ku pêkhatiye ji 11 hezar u 563 malbat û zêdetirî 25 hezar kesên din.
Salim Seîd got, niha kemp nikare ji vê hejmarê zêdetir penaberan li xwe bigre û rojane jî 600 bo 700 kes ji Rojavayê Kurdistanê ve koça kempê dikin.