• Tuesday, 10 February 2026
logo

Arinç:Ocalan di proseya aştiyê de aktorekî girînge

Arinç:Ocalan di proseya aştiyê de aktorekî girînge
Li gor nûçeyek rojnameya Radîkal ya Turkî, cîgirê serokwezîrê Turkiye ragihand, Ebdulla Ocalan yarîzanek grînge di proseya aştiya hikûmeta Turkiye û Partiya Karkerên Kurdistan`ê (PKK) ê de.

Bulent Arinç cîgirê serokwezîrê Turkiye dibêje, pîwîste em rastiyan bîbinin ku Ebdulla Ocalan serokê desteserkirî yê Partiya Karkerên Kurdistan`ê (PKK), yarîzanek grînge di proseya aştî ya di navbera Partiya Karkerên Kurdistan`ê (PKK) û hikûmeta Turkiye de.

Arinç di çavpêkeftinek televizyonî de ragihand, ji bo Turkiye hewl didin sûd ji Ocalan bibînin û eger serkeftî bin, wê demê li Turkiye emê arîşeyan çarere bikin ku nêzî 40 salan e berdewam e.

Hikumeta Turkiye di demên borî de bi rêka dezgeha irstixbarat Turkiye û nûnerên Kurd li parlemana Turkiye gotubêjên digel Ebdulla Ocalan encam daye û di wê çarçovê de jî Ocalan nameyek arasteyî Partiya Karkerên Kurdistan`ê (PKK) û Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) kiriye.

Xendan
Top