• Tuesday, 10 February 2026
logo

Ehmed Tirk: Bombebaran Baweriya Ji Bo Aşitiyê Lewaz Dike

Ehmed Tirk: Bombebaran Baweriya Ji Bo Aşitiyê Lewaz Dike
Heyeta KCD-BDP ya ku li Başûrê Kurdistanê ye, bi rêveberiya YNK’ê re hevdîtinek pêk anî. Ji Pulîtburoya YNK’ê Mele Bextiyar da zanîn ku ew piştgirî didin hevdîtinan. Hevserokê KCD’ê Ahmet Tirk diyar kir ku di demek de ku hevdîtin pêk tên, Qendîl tên bombebarankirin û got: “Ev bombebaran gel dixin nava fikaran.



Şandeya KCD-BDP’ê ya ku ji Hevserokên Giştî yên KCD’ê Ahmet Turk û Aysel Tûglûk, Hevserokên BDP’ê Gultan Kişanak û Selahattîn Demîrtaş, Parlementerê BDP’ê yê Stenbolê Sirri Sureyya Onder û Parlementerê BDP'ê yê Amedê Altan Tan pêk tê, ku şevê din hatin Başûrê Kurdistanê li Mekteba Siyasî ya YNK’ê ya li Silêmaniyê bi rêveberiya YNK’ê re hevdîtin pêk anî.



Di hevdîtina ku şandeya KCD-BDP beşdar bûn, ji YNK’ê endamên Pulotburoyê Mele Bextiyar, Kusret Resûl, Hêro Îbrahîm û endamên ên rêveberiya YNK’ê amade bûn. Piştî hevdîtina bi qasî seatekê berdewam kir, ji her du aliyan daxuyaniyek kurt hate dayin.
Top