Bi Serokatiya Nêçîrvan Barzanî Komîteya Parastina Mafên Jinan Civiya
Di destpêka vê civîna han de Serokwezîrê Hikûmeta Kurdistanê pesna kar û çalakiyên vê komîteya han da û hêvî xwest ku, komîteya parastin û çavdêrî kirina mafên jinan hîn zêdetir û serkeftîtir kar û çalakiyên xwe cîhbicîh bike.
Di beşeke din ya vê civîna han de meseleya Sîmun dawd û Hesen Nesrola jî hate şîrovekirin û Serokwezîrê Hikûmeta Kurdistanê diyar kir ku, ev dosyeya han xwedan çend aliyên siyasî, navnetewî û qanûniye û di warê mirovahî de jî me bi berpirsiyartiyên girîng re rûbirû kiriye lewre em weke Hikûmeta Kurdistanê gelek bi cidî li ser vê dosyeya han kar dikin, Sîmon niha di bin çavdêriya Hikûmetê deye û Hikûmeta parêzgariya vê dike niha em nikarin di vê warî de ti biryarek bidin lêbelê di bin navê vê civîna han de em dikarin helwesta fermî ya Hikûmeta Kurdistanê eşkere bikin.
Em weke Hikûmeta Kurdistanê bi awayekî girîng û sereke li gorî pirensîbên mafên mirovan nêzî vê dosyeya han dibin û sazî û dezgehên medenî jî heta niha hevkariyeke baş pêşkêş kirine û ji niha û pêve jî dibe gelek bi hesasî nêzî vê meseleya han bibin.
Di berdewamiya vê civîna han de çendîn meseleyên din yên girêdayî bi çawetiya kar û çalakiyên komîteya parastin û çavdêrî kirina mafên jinan hatin nîqaşkirin.
