HPG: 4 gerîla di bombardimanan de jiyana xwe ji dest dan
Navenda çapemenî û ragihandina HPG’ê di beyannamekê de ku wêneyek gihîştiye destê PUKmedia`yê tê de hatiye ku, di encama êrîşên hewayî yên duh 26/2/2013`an de ku ji aliyê artêşa Tirk ve li navçeya Amêdî a parêzgeha Duhokê pêk anîn de 4 gerîlayan jiyana xwe ji dest dane.
HPG`ê di beyannameya xwe gotiye ku: “Roja 26/2/2013 demjimêr di navbera 11.00 û 22.00’an de deverên Kuro Jaro, Çiyayê Reş, Dola Şîvê û Gundê Filleh ên ser bi herêma Zapê ya girêdayî navçeya Amêdiyê ku ji aliyê balafirên şer ên artêşa Tirk ve hatine bombebarankirin. Êrîşên li ser herêmê heta derengiya şevê berdewam kirine.
Her weha di navbera demjimêr 23.00 û 00.00 de jî gundê Silê yê Qendîlê û gundê Siyanê yên herêma Garê ji aliyê artêşa Tirk ve hatine bombardimankirin.”
Hêzên Parastina Gel ragihandiye ku, di encama van êrîşên bê navber û dijwar de 4 gerîlayên wan jiyana xwe ji dest dane.
PUKmedia
