Şandeya KCD`ê û BDP’ê li Silêmaniyê ne
Şandeya ku ji hevserokên KCD’ê Aysel Tuglûk û Ahmed Turk, hevserokên BDP’ê Selahedîn Demîrtaş û Gultan Kişanak, Parlementerê BDP’ê yê Stenbolê Sirri Sureyya Onder pêk tê, li balafirxaneya Silêmaniyê ji aliyê endamên mekteba siyasî ya YNK’ê Mele Bextiyar û Hêro Îbrahîm Ehmed ve hatin pêşwazîkirin.
Şandeya BDP’ê ku piştî serdana Îmraliyê kir û rêberê PKK`ê Abdullah Ocalan sê name nivîsandin, yek ji wan nameyan ya ji bo bihînin Qendîlê, hatin Herêma Kurdistanê. Tê payin ku îro şandeya KCD-BDP’ê nameyan li Qendîlê radestê rayedarên PKK’ê bike.
ANF
