• Tuesday, 10 February 2026
logo

Desteya Kurd ya Bilind ji hev dikeve

Gulan Media February 28, 2013 Nûçe
Desteya Kurd ya Bilind ji hev dikeve
Di vê dema dawiyê de Desteya Kurd ya Bilind hêdî bi hêdî dikete bin kontrola PYD û partiyên din tê de bê gotin û bê bandor mabûn.

YPG digot ku ew artêşa Desteyê ye, lê belê YPG hêzeke ser bi PYD de ye û ew li ser xet û ideolojiya serokê PKK Abdullah Ocalan karê xwe dimeşîne.

Vê rewşê hîşt ku Deste bê rol bimîne û tenê bibe hêzeke ku PYD ji xwe re bi kar bîne.

Ji ber vê yekê êdî ew deng bilind bû ku bibêje Desteya Kurd ya Bilind min temsîl nake.

Duh Partiya Azadî ya Kurd li Sûriyê ji ber vê sedemê ragihand ku ew ji Desteyê vedikişîne.

Ev gav wê li ber partiyên din jî veke ku xwe vekişînin.

Avestakurd
Top