• Tuesday, 10 February 2026
logo

Naveroka nameya Ocalan

Gulan Media February 27, 2013 Nûçe
Naveroka nameya Ocalan
Beşek ji nameya ku serokê PKK Ebdula Ocalan bi duyemîn şandeya Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP`ê) re roja Yekşem`ê şandibû bo raya giştî hat parvekirin.

Piştî serdana şandeya duyemîn ya BDP`ê bo Îmraliyê ku hevdîtinek digel serok PKK pêk anîn, nameyek derbarê çareseriyê ji Ocalan bo 3 navnîşnan hate arastekirin. Ku li gor nameya Ocalan pêvajoya çareseriyê dê li ser bingehê 2 qonaxan be:

1 – Danana çekan.

2 – Destûra nû.

- Divê Çêkera Unîter bê parastin

Di daxwaza ma de Federasyon û Xweseriyê nîne, divê ku Çîkera Unîter bê parastin, ku Turkiyeke Demokratîk dê arîşeyên Kurdan çareser bike.

- Mercê Agirbestê

Ocalan di nameya xwe de dibêje ku PKK dê di roja 15 Tebax`ê hêzên xwe bikşînin derveyî sînor, lê ev rewş girêdayî guncawbûna merc û şertan e.

- Endamên rêxistinê yên ku tawan encam nedane bila vegerin cem malbatên xwe.

Ocalan dibêje: Emê biryara bê çalakiyê di Cejna Newroz`ê de bo cîhanê rabigînin, û endamên rêxistinê yên ku tawan nekirine divê ku destûr bi wan bê dayîn daku vegerin cem malbatên xwe.

Ocalan di nameya xwe de diyar kiriye ku, divê ku gumana parçebûna Turkiye çê nebe, her weha Kurd jî divê gumana wan nebe ku dê mafê xwe bi dest nexin.

Hêjayî gotinê ye ku, roja (Yekşem.23/2/2013`) parlemanterên BDP`ê (Sirrî Sureye Onder, Perwîn Buldan û Altan Tan) bo encamdana hevdîtinê digel serokê PKK`ê Ebdulah Ocalan çûn gerava Îmraliyê û hevdîtineke nêzî 10 demjimêran digel Ebdula Ocalan encamdan.

Xendan
Top