Nêçîrvan Barzanî Di Dema Pêwîst De Serdana Bexdayê Dikim
Di destpêka vê civîna han de Serokwezîrê Hikûmeta Kurdistanê behsa bûdceya federal kir û ragihand ku, Hikûmeta Îraqê pereyên ev kompaniyên ku, di warê petrolê li Kurdistanê de kar dikin nexistiye nava bûdceyê û ev jî tê wateya vê yekê ku, Hikûmeta Îraqê ev peymanên ku, pêştir hatine îzmekirin cîhbicîh nake, jiber ku, li gorî wan peymanan ku, di navbera Hikûmeta Kurdistan û Îraqê de hatine îmzekirin dibe Hikûmeta Îraqê pereyên wan kompaniyan bide.
Serokwezîrê Hikûmeta Kurdistanê di berdewamiya axaftinên xwe de tekez li ser vê yekê kir ku, Hikûmeta Kurdistanê hertim piştgîriya çareser kirina kêşeyên heyî bi rêya diyalog û danûstandinê kiriye û hêvî xwest ev heyeta ku, evro serdana Bexdayê kiriye li gel Rayedarên têkeldar yên Îraqê re bigehêjin encamekî.
Di derbarê gotinên heyî yên di derbarê serdana xwe ya ji bo Bexdayê de jî Serokwezîrê Hikûmeta Kurdistanê got: Em di nava yek welat de dijîn û serdan kirina min bo Bexdayê pêdeviya xwe bi wexandinê tuneye kengî bo çareser kirina kêşeyên heyî pêdevî bibe ezê vê demê serdana Bexdayê bikim.
