PKK Di 21’ê Adarê De Agirbest Îlan Dike
Li gorî nûçeyên ku di rojname, ajans û malperên tirkan de îro hatin belavkirin, naveroka 3 nameyên ku Ocalan ji Îmraliyê şandine, diyar bûn. Duh Meclisa Partiyê ya BDP’ê ji bo nirxandina nameya ku ji wan re hatiye civînek li dar xistin. Bi riya parlamentera BDP’ê ya Îdirê Pervîn Buldan dê ev name ji Ewropayê re bê şandin û ya Qendîlê jî bi wî şiklî bigihije cihê xwe.
Hate diyarkirin name ji 20 rûpelan pêk tên û di nameyê de tê xwestin ku PKK di 21’ê adarê de agirbestek îlan bike û di 15’ê tebaxê de jî çekdarên PKK’ê derkevin derveyî sînorên Tirkiyeyê. Li gorî nexşerêya ku Ocalan di nameyan de vegotiye, piştî vekişandina gerîlayan îcar dê xebatên li ser makeqanûna nû ya Tirkiyeyê bêne çêkirin. Di nameyê de tê gotin ku ew ne federasyon ne xweserî dixwazin, ew dixwazin şeklê unîter ê Tirkiyeyê neguhere. Di asta sêyemîn a nexşerêyê de jî tê gotin dê Tirkiyeyek demokratîk bê avakirin û hemû pirsgirêk li ser welatîbûna wekhev çareser bibin.
BDP, Qendîl û Ewropa dê di nava 2 heftiyan de pêşniyarên xwe ji Ocalan re bişînin. Ji bo vê yekê jî dê şandeya 3’emîn berê xwe bide Îmraliyê.
