• Tuesday, 10 February 2026
logo

Daxuyaniyek ji Serokayetiya Herêma Kurdistanê

Gulan Media February 27, 2013 Nûçe
Daxuyaniyek ji Serokayetiya Herêma Kurdistanê
Hinek li ragihandinan de nûçeyek hatiye belav kirin ku qaşo serdana Serokê Herêma Kurdistanê ya Rusya ji bo kirîna çek bûye. Ev nûçe tu bingeheke xwe ya rastî têda tûne, ji ber ku serdana Serok Barzanî ya Rusya li ser vexwendineke fermî û ji bo berev pêşve birina pêwendiya siyasî û aboriyên navbera Rusya û Herêma Kurdistanê û behs kirina rewşa Iraq û navçeyê bi giştî bûye.

Babeta kirîna çek li Rusya ji aliyê Herêma Kurdistanê ve ne li ajandaya serdanê da bûye û li tu hevdîtineke fermî da jî nehatiye behs kirin. Ewê ku li ragihandinê da hatiye behskirin tenê bersîva pirsiyara rojnamevanek bûye ku ji Serok Barzanî pirsiye gelo hun çek ji Rusya dikirin? Serok Barzanî li bersîvê de pirsiyar kiriye gelo Rusya çek difroşe Herêma Kurdistanê? Eger bersîva Rusya belê bê Herêma Kurdistanê pêşwaziyê lê dike.

Dr. Umêd Sebah
Peyvdarê Fermî yê
Serokayetiya Herêma Kurdistanê
21.02.2013
Top